Ji tîma futbolê ya Elman Werder Bremen piştgiriya Efrînê

21ê Çileyê di lîstika gogê (futbolê) ya tîma Werder Bremen dijî Borussia Dortmund de, bo piştgiriya Efrînê piştevanên tîma Werder Bremen pankarta bi nivîsa: “Hûn li derve, em li stadyûmê PIŞTGIRÎ bo Kurdistanê” vekirin.

 Di lîstika futbolê ya tîma Werder Bremen dijî Borussia Dortmund de, bi armanca şerê Tirkiyeyê yê li dijî Efrînê, piştevanên tîma Werder Bremen pankarta  bi nivîsa: “Hûn li derve, em li stadyûmê PIŞTGIRÎ bo Kurdistanê” vekirin. 

 

Hêjayî gotinê ye, ku 41200 temaşevan dema ev pankart hat vekirin bo temaşekirina listikê li stadyûmê amade bûn. Çendin malperan behsa hildan u vekirina pankartê kirin.

Demek berê heman piştevanê Werder Bremen dijî Erdogan jî pankarta bi şîara 'Erdoğan ji text bixin' vekiribûn.

Ev çend car in piştevanên Werder Bremen di gellek listikan de piştgiriya xwe bo kurdan bi pankartan nîşan didin.

SPOR Haberleri

Fenerbahçeyê ji ber ‘Ala Kurdistanê’ girêbesta bi lîtstikvanê Kurd re hilweşand
Amedspor û Diyarbekirspor: Eger dahata stadyumê ji me re neyê dayîn em dê boykot bikin
Amedspor bi 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir
Tima Fotbolê ya Swedê Dalkurd kongreya xwe ya 2022 an li bajarê Uppsalayê  li dar xist.