Ji Serokwezîrê nû yê Libyayê daxuyaniya yekem û banga alîkariyê

.

Serokwezîrê nû yê Libyayê Ebdulhemîd Muhemed Dibeybe bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî ji bo hikûmeta veguhêz hatiye erkdarkirin, bang li hemû aliyên welatê xwe kir ku ji hikûmetê re alîkar bin.

Serokwezîrê Libyayê Ebdulhemîd Muhemed Dibeybe di yekemîn gotara xwe de got ku welatê wî pabend e ku peywendiyên xwe li gel welatên cîran baş bike û aramiya herêmê biparêze.

Ebdulhemîd Muhemed Dibeybe ji bo hikûmeta veguhêz a Libyayê alîkarî xwest û ev bang kir: “Em bang dikin hemû welat bê cudahî bibin hevkarên me ji bo bicihanîna aramiyê li herêmê, hevahengiya ligel Libya bikin wek welatekî aram ji aliyê siyasî, ewlehî, û aborî ve.”  

Serokwezîrê Libyayê spasiya Neteweyên Yekbûyî û hemû endamên ku di platforma danûstandinên Libyayê de beşdar bûne kir û xwest, hemû aliyên Libiyayê ligel hikûmeta nû alîkar bin.

Asya Haberleri

Li Washingtonê panelek li pêşeroja Sûriyeyê: Divê Kurd bibin beşek ji çareseriyê
Christoph de Vries: Em hemû kanalên xwe yên diyalogê ji bo Kurdan bi kar tînin
Dewleta Hindistanê huşdarî da welatiyên xwe ku bo kar serdana Îranê nekin
Hevpeymaniya leşkerî, wekî pêdiviyekê
Îtaliyayê balyozek ji bo Sûriyê diyar kir