Ji Seroka Parlamentoya Ewropayê peyama piştevaniyê bo salvegera ‘Şoreşa Jîna Emînî’

.

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola Tedesco Triccas, di salvegera kuştina keça Kurd Jîna Amînî de ku piştî wê ‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî’ li seranserê Îranê û cîhanê li dijî rejîma Tehranê hatibû destpêkirin, axivî û piştevanî da şoreşa Jînayê.

Seroka Parlemana Ewropayê Roberta Metsola got, “Îro roja kuştina hikûmî ya Jînayê li Îranê ye, em dubare bi bîr tînin ku parlemana Ewropayê bi şanaziyê ve li tenişta wan jin û mêrên ku li Îranê ji bo vekhevî, mafên mirovî û azadiyê serî hildane. Em herwiha li tenişta wan girtiyên li girtîgehên Îranê sekinîne ku li girtîgehên rêjîma Îranê, şemala tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê bi hilkirî ragirtine”.

Roberta Metsola diyar kir: “Em dîsa girtina welatiyên Ewropayê û yên du nasnameyî bi tundî şermezar dikin û daxwaza azadkirina lezgîn a “Yohan Filodros û Ehmedriza Celalî” dikin. Em îro dubare wan kesên mîrata Jînayê û tevahiya wan kesên ku li asta herî bilind ji bo azadiyê nirx dane bibîr tînin.”

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin