Ji Rêveberiya Xweser tê xwestin ku çarenûsa rojnamevan Goran Ezm were eşkerekirin

.

Du roj berê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, hejmarek çekdarên rûnixumandî, rojnamevan Goran Ezm revandin, Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê daxwaza dike ku çarenûsa wî were eşkerekirin.

Îro Duşemê 27ê Sibata 2023an, Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê derbarê revandina rojnamevan Goran Ezm de daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaza eşkerekirina bilez a çarenûsa wî dike.

Di daxuyaniya Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê de hatiye destnîşankirin: “Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, hejmarek çekdarên rûnixumandî rojnamevan Goran Ezm bêyî hebûna fermana desteserkirina wî, revandin.”

Herwiha hat diyarkirin, Goran Ezm li nav bazara giştî ya Qamişloyê ber bi cihekî nediyar hatiye revandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Goran Ezm yek ji damezrînerên Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê û yek ji bergirîkarên diyar ên mafên rojnamevanan bû.

Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê ji desthilatdarên Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê dike, çarenûs û cihê Goran Ezm eşkere bikin û azad bikin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle