Ji PDK û YNKê daxuyaniya hevpar: Me li ser parastina Statuya Kurdistanê û stratejiya hevpar li hev kir

.

Piştî civîna îro 7ê Mijdarê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li baregaha Polîtburoya PDKê ya Pîrmamê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin: “Her du aliyan tekezî li ser hevahengî û hevkarî û pêwîstiya komkirina hêz û karîna hemû aliyên siyasî ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û danîna stratejiyek hevpar kirin.”

Daxuyaniya hevpar a PDK û YNKê wiha ye:

“Di hevdîtinê de, rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî û rewşa hestiyar a navçeyê bi giştî hate gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser hevahengî û hevkarî û pêwîstiya komkirina hêz û karîna hemû aliyên siyasî ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û danîna stratejiyek hevpar kirin, ku li gorî rewşa bûyer û guhertinên vê qonaxê be.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser bihêzkirina xalên hevbeş û çareserkirina kêşeyan di çarçoveya berjewendiyên netewî yên Kurdistanê de.

Di mijareke din a civînê de, tekezî li ser piştevanîkirina pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mafên darayî û mûçeyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra hertimî ya Iraqê de, kirin.

Di dawiyê de jî biryar hat dayîn ku civînan berdewam bikin û ji bo vê yekê jî mîkanîzmeke guncav hat diyarkirin. Civîn di atmosfereke aram û erênî de birêve çû.”

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn