Ji PDK-Î di derbarê êrişên Îranê de daxuyanî

Ji PDK-Î di derbarê êrişên Îranê de daxuyanî

Xelkê mafxwaz ên Kurdistanê!

Hêz û aliyên siyasî!

Sazî û civatên navnetewî!

Her wek di daxuyaniya berê ya Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ de hatibû, li encama êrîşa mûşekbarana îro ya Spaha Pasdaran bo ser binke û bargehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê komek kes şehîd û birîndar bûn ku mixabin amara şehîdan zêde kiriye.

Em ji bîrûraya giştî re radigehînin ku heta niha şeş kes ji kadr û pêşmerge û endamên malbatên Hizba Demokrat şehîd bûne ku navê wan wiha ye:

Umer Mehmûdzade naskirî bi (Çîço), Rêhane (Şîma) Ken`anî, Mihemed Xelîlî, Mîlad Pîrsahib, Hacer Zerge û Şêrko Bertenî.

Herwisa Şîma Ken`anî ku ducanî bû, piştî şehîdbûna wê li nexweşxaneyê zarokê wê bi neştegerî ji aliyê pizîşkan ve hate dinyayê.

Spaha Pasdaran a Komara îslamî di êrîşa îro de dibistana zarokan a PDKÎ jî kir bi armanc, ku eger hatiba û ev zarokane tenê çend xulekan li vir nehatibana veguhastin, karesat û cinayetek din a nemirovane li pey xwe dianî.

Her wek di daxuyaniya berê de behs hatibû kirin, demjimêr 10:30 xulekan a îro Çarşemî, 6ê Rezberê hêzên Komara Îslamî ya Îranê bi mûşek û dironên bombrêjkirî êrîş kire ser binke û bargehên PDKÎ û binke û bargehên aliyên din ên Rojhilatê Kurdistanê ku mixabin ew êrîşane heta niha 12 şehîd û dehan birîndar li pey xwe aniye.

Emê zanyariyên zêdetir di daxuyaniya din de bi bîrûraya giştî re rabigehînin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Giştî

Kurdistan Haberleri

Aly Yeganeh: "Bêdengiya Sîbel" ya 6000 keç û jinên Êzîdî ye
Parêzgarê Hewlêrê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be
Amerîka: Em ji hewl û xebatên serok Barzanî yên hilbijartinê agahdarin û dibînin
Rêya Wanê û Miksê 130 roje girtiye