Ji Nivîsgeha Sûdanî daxuyaniya naveroka civîna ligel Nêçîrvan Barzanî

.

Derbarê naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya li Bexdayê de daxuyanî hat dayîn. Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê,li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî daxuyaniyek belav kir.

Hate ragihandin, di civîna navbera Mihemed Şiya Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî hatiye diyarkirin, ji bo sererastkirina pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, rêya herî baş ew e ku li gorî destûr û yasaya budçeya giştî ya ku biryar li ser hatiye dayîn be.

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku di wê civînê de behsa pêşketinên navxweyî û herêmê hatiye kirin û tekezî li ser girîngiya piştgiriya hikûmeta federal û serkeftina wê di bicihkirina bernameya hikûmetê de hat kirin.

Di civînê de xizmetguzariyên têkildarî berjewendiyên welatiyan û rêya herî baş a ji bo rêkxistina pêwendiyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li gorî destûr û tiştên ku di yasaya budçeya giştî de hatine biryar dane hatine gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkariya hevbeş kir, di navbera hemû hêz û aliyên siyasî de ji bo rûbirûbûna astengî û rakirana berbestan li pêşiya welêt, bi awayekî ku berjewendiyên hemû gelê Iraqê pêk bîne û bibe sedema dabînkirina ewlehî, aramî û serweriya niştimanî.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Stockholmê Bi Partîya Sosyaldemokrat ya Swêdê Re Hevdîtinek Pêk Anî
Tirkiye mafê ‘Reda Wîjdanî’ nas nake: ‘Mirina sivîl’
Trump ji Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand: ‘Spas ji bo piştgiriya te’
Fuad Husên: Eger Kurd dabeş bin, dê li Bexdayê miameleya bi wan re cuda be
Bafil Talebanî: Me hêzek ava kiriye ku li Rojhilata Navîn kes zora wê nabe