Ji Neteweyên Yekbûyî civîna awarte ya Sûriyê

.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser şer û rewşa aloz a Sûriyê civîneke awarte li dar dixe.

Ajansa France Press (AFP) ragihand ku welatên Afrîka yên endamên Konseya Ewlekariyê banga civînek awarte ji bo Sûriyê kirine û tê çaverêkirin civîn îro 3yê Kanûnê li navenda Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî pêk were û şer û aloziya li Sûriyê were gotûbêjkirin.

27ê Mijdarê komên çekdarên opozîsyona Sûriyê ku HTŞ serkêşiya wan dike, dest bi êrîşan kirin û Heleb û rûbereke berfireh xistin kontrola xwe. Di şer û bombebaranan de li gorî çavkaniyên medyayî 514 kes hatine kuştin ku piraniya wan çekdar in. Herwiha bi sed hezaran kes jî ji nû ve koçber dibin. SOHRê ragihandiye ku 92 sivîl jî heta niha hatine kuştin.

Desteya Tehrîr El-Şam heta niha nêzîkî nîvê herêma parêzgeha Idlibê û navenda Helebê kontrol kiriye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle