Ji Mazlûm Kobanî bo Erebistana Siûdî û Misirê peyam

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand, ku ew pêşwaziya helwesta Erebistana Siûdî û Misirê dikin ku ragihandibûn, ew “her cor gefên leşkerî yên li ser Sûriyê red dikin.”

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Misirê Semîh Şukrî roja pêncşema bihorî 12ê Çile li Riyad a paytexta Siûdiyê civiyabûn. Piştî civînê herdu wezîran daxuyaniyek belav kiribûn û têde behsa rewşa dawî ya Sûriyê û gefên Tirkiyê bo endamdana operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê hatibû kirin.

Herdu welatan di daxuyaniya hevbeş de gefên leşkerî yên li ser axa Sûriyê bi tundî red kiribûn.

Di vê derbarê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di peyamekê de li ser hesaba xwe ya Twitterê dibêje, “Em pêşwazî li helwesta Erebistana Siûdî û Misirê dikin ku piştî civîna wezîrên derve yên her du welatan li Riyad a paytext hat ragihandin, ku tê de her du welatan her cor gefên leşkerî li ser Sûriyê red kirin.”

Mazlûm Kobanî diyar kir, ew dixwazin ji bo çareserkirina krîza Sûriyê proseya siyasî berdewam bibe û got, “Em careke din banga xwe ya ji bo pêşdebirina pêvajoya siyasî ji bo bidawîkirina qeyrana ku hatiye serê Sûriyê dubare dikin.”

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye