Ji Kremlînê gefa bikaranîna çekên atomî

.

 Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov bû mêvanê tv ya CNN ê û pirsên Christiane Amanpourê bersivand. Peskov li ser şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê axifî. Peskov got ku tehdîdekî li ser hebûna Rûsyayê peyda bibe, Putin dikare sîlihên nukleerî bikarbîne. Peskov weha got:

“Eger tehdîdekî ku hebûna dewleta me ji ortê rake hebe, Putin dikare sîlihên nukleerî bikarbîne.”

Li ser pirsa bê Putin li Ûkraynayê gihaye armanca xwe an na de jî Peskov weha got:

“Hêj negihaye armancên xwe. Tevgerekî leşkerî ya taybete. Operasyona me berê hatiye pankirin û li gor armanca xwe dimeşe.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle