Ji Komeleya Şêx Seîd daxuyaniya 97emîn salvegera Serhildana Şêx Seîd: Rewş ne guherî ye

.

Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên wî, neviyê Şêx Seîdê Pîran Mihemed Qasim Firat di salvegera 97emîn ya serhildana Şêx Seîd de daxuyanî da.

Serokê Komeleyê û Neviyê Şêx Seîd, Mihemed Qasim Firat di daxuyaniya, 97emîn a serhildana Şêx Seîd de got,  piştî 97 salan fişarên li ser Kurdan didomin û Kurd ji hemû mafên xwe bêpar hatine hiştin ku rewşa niha ji ya sala 1925an ne cudatir e.

Firat diyar kir, Kurdan piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn doza welatê xwe kirin, lê Kurdistan hate parçekirin û li tu parçeyekî mafên wan nehatin qebûlkirin.

Qasim Firat da zanîn, bi wê armancê Şêx Seîd û hevalên wî serî hildan, lê piştî şikestina serhildanê û bidarvekirina şêx Seîd û 47 hevalên wî, hîn jî cihê gorên wan nayên diyarkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle