Ji Komela Koç-Kakê şahîya Newrozê û roja îmzayê

.

Gelî dost û hevalan,

Di 21 Adar roja Newrozê, li Komela Koç-Kak ya li bajarê Arnhem ê Hollanda, wek her sal, li gor girîngî û wateya xwe, bi kêf û şahî Newroz tê pîroz kirin!

Di 21 Adar roja Newrozê, li Komela Koç-Kak ya li bajarê Arnhem ê Hollanda, wek her sal, li gor girîngî û wateya xwe, bi kêf û şahî Newroz tê pîroz kirin!

Di vê roja pîroz kirina Newrozê de hevalê me Îbrahîm Goroz jî mêvanê me ye.

Wek tê zanîn, piştî 12 Îlon 1980 Cunta Leşkerî li Turkîye bû desthilat, bi dijwarî êrîşî gelê Kûrd û tevgera netewîya Kurd ya sîyasî û rêxistinî kir. Bi hezaran ji her beşê civatê merivên Kurd li zîndana Amedê ya 5 Nolî civand. Wek zîndanek pîlot ya dewleta tirk li navenda Kurdistanê, li merivên Kurd her şêwe îşkenceyên hovane kir. Armanc hêsîrên Kurdan teslîm bigrin û xîreta wan binpê bikin. Lê li wê zîndanê welatperwerên Kurd li xwe û li hevdu xwedî derketin, bi yek dengî serî hildan, ji dijmin re gotin: “ya hûnê me tevan bikujin ya jî hûnê wek hêsîrên sîyasî bi me re tevbigerin!”

Yek ji Kurdên hêsîr li wê zîndanê Îbrahîm Goroz bû. Îbrahîm di derbarê bîranîn û serpêhatîyên xwe yên li wê zîndanê, bi navê “Dîyarbakir Zîndaninda Güvercinler Yuvalarını Terketti” (Li Zîndana Amedê Kevokan Hêlînê Xwe terk kirin!)pirtûkek nivîsîye. Wê di vê merasima Newrozê de, pirtûka xwe jî pêşkêşî xwendeyên xwe bike. Pirtûk niha bi tirkî ye, lê wê Kurdiya wê jî amade bike.

Him ji bo pîrozkirina Newrozê û him jî ji bo pêşkêşkirina pirtûkê, em dost û hevalan vexwendî Komela Koç-Kak dikin.

Dem: 21 Adar 2024

Saet: 17:00

Adres: Vijfzinnenstraat 105, 6811LN Arnhem

Kurdistan Haberleri

Li Kerkûkê herî kêm 6 çekdarên Heşdî Şebiyê hatin kuştin
Nêçîrvan Barzanî: Em rê nadin axa Herêma Kurdistanê ji bo Îranê bibe gef
Êriş didomin: 222 dron û mûşek avêtin Herêma Kurdistanê
Gumrika Kurdistanê biryareke Bexdayê ya derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de red dike
Donald Trump: Şerê li dijî Îranê bi giranî qediyaye