Ji HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî rahênana hevbeş a leşkerî

.

 Fermandarekê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan û Hêzên Amerîkayê li beyabana Dêrazorê dest bi rahênaneke leşkerî ya hevbeş kirine.

Fermandarê HSDê yê bi navê Heqî Til Temir ragihandiye: “Niha me dest bi rahênanê kiriye û ev dê ne rahênana yekem û dawî be di navbera HSD û Hevpeymaniya Navdewletî de. Armanca van rahênan têkşikandina xewnên DAIŞê li navçeyê ye û têkşikandina xewnên her aliyê ku bixwaze herêmê kontrol bike yan êrîşî wê bike ye."

Heqî Til Temir daye xuyakirin: “Topxane û balafirên şer têne bikaranîn, HSD jî bi çekên giran beşdar dibe. Rahênan hevşêweyê operasyoneke êrîş û berevaniyê li navçeyê ye û di dema bê ya nêzîk de dê rahênan bêhtir hebin."

Ferrmandarê HSDê daye zanîn ku wê tetbîqat û rahênanên leşkerî yên şervanên HSDê ligel hêzên Hevpeymaniya navdewletî berdewam bikin.

Herwiha di roja ku ev rahênan bi HSDê re hatiye destpêkirin jî karwaneke din a alîkariyên leşkerî gihîştiye Rojavayê Kurdistanê ku wesayîtên mertalkirî yên zirpoş ji bo hêzên HSDê hatin şandin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin