Ji HSDê hişyarîya Bendava Tişrînê: Ji ber êrîşan dibe ku hilweşe

.

 Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 8ê Çileyê hişyarî da ku li ser bendava Tişrîn a li ser çemê Firatê, ji ber êrîşê Tirkiye û komên çekdar ên alîgirên wê metirsiya hilweşînê çêbûye.

HSDê dewleta Tirkiyê berpirsiyar girt ku di her karesateke di encama êrîşên esmanî û topxaneyên Tirkiyê ya li ser bendavê û navçeyên din yên Sûriyê de bê.

Hate bibîrxistin ku bombebaranên Tirkiyê bi ser bendava Tişrînê û derdora wê de, ji serê sibeha îro ve bi awayekî dijwar pêk hatiye û heta niha jî berdewam e.

HSDê da zanîn, niha li gundên bakûrê bendava Tişrîn û rojhilatê Minbicê pevçûneke dijwar di navbera hêzên encûmena leşkerî ya Minbicê û komên çekdar de diqewime.

Hate gotin, balafirên şer ên Tirk wesayîteke sivîlan li gundê Kerek ê gundewarên Kobaniyê bombebaran kir, ji bilî topbarankirina gundê Aslankî yê başûrê bajêr.

Di heman çarçoveyê de hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li bakurê Bendava Tişrînê 2 wesayitên barkirî yên komên çekdar ên opozîsyona girêdayî Tirkiyê rûxandin.

HSDê êvara Sêşemê jî ragihandibû ku hêzên wan balafireke bêmirov a TB2 ya Tirkiyê li devera bendava Tişrînê xistine xwar.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc