Ji HSDê daxuyaniya civîna Mezlûm Ebdî û komîteya Şamê: Nîsanê dest pê dike

.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê civîna îro 19ê Adarê ya Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û komîteya desthilata Şamê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî îro bi komîteya serokê desthilata Şamê Ehmed Şera ava kiriye re civiya, ji bo ku peymana di navbera rêveberiya Sûriyeyê "desthilata Şamê" û HSDê de (10 Adar 2025) hatiye îmzekirin, temam bikin.

Di civînê de endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, serokê komîteya rêveberiya Şamê Hisên Selamê û hin endamên din ên ji her du aliyan, beşdar bûn.

Hate gotin, di civînê de mekanîzmeya xebata komîteyan hat gotûbêjkirin ku çaverê ye ev komîte bi awayekî hevbeş bi destpêka Nîsanê re dest bi xebatê bikin.

Herwiha di civînê de behsa "Danezana destûrî" hat kirin û hat gotin ku pêwîst e tu pêkhateyeke Sûriyeyî neyê dûrsitin û di nexşekirina siberoja Sûriyeyê û nivîsandina destûrê de rola xwe bilîze. Di civînê de teqezî li ser pêwîstiya agirbestê li tevahîya xaka Sûriyeyê jî hate kirin.

Kurdistan Haberleri

Ezîz Ozdemîr: Xwedîderketina li axa Êzdiyan erkê me yê mirovî ye
Lahûr Şêx Cengî hat desteserkirin
Haval Ebubekir: Bila hemû alî ji bo bidawîkirina vê rewşê hevkar bin
Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin