Ji HSDê daxuyaniya 9 saliyê: Em li hemû qadan bihêztir û xuttir bûne

.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku li Rojavayê Kurdistanê û hin herêmên din ên Sûriyê ku di bin serweriya Rêveberiya Xweser de ne, çalak e li ser damezrandina xwe ya 9an daxuyaniyek belav kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya bi boneya salvegera 9an a damezrandinê de, û diyar kir ku HSD li ser nasnameya herêmê û pêkhateyên wê hatiye damezrandin û niha li hemû qadên kontrol dike bihêztir û xuttir bûye.

HSD ku bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, hatiye damezrandin dibêje, “Li ser vê bingehê şertgiriya aliyên dijber a li ser tunekirina HSDê bi rêya êrîşên fireh li dijî wan, derxistina fitneyan û pêkanîna komployan têk çûn. Berovajî vê yekê HSD ji her demê bihêztir û xurttir bûye û xwediyê gelek faktorên serkeftinê ne. Ji her demê bêhtir bi biryar e ku bigihîje armanc û daxwazên şehîdan, herêmê û gel biparêze û herêmên dagirkirî rizgar bike. Roj bi roj HSD îsbat dike ku êrîş wan bihêztir û îsrartir dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, 10ê Cotmeha 2015an bi hevkarî û pêşengiya Hevpeymaniya Navdewletî hatiye damezrandin ku hîn jî di çarçoveya têkoşîna dijî DAIŞê de alîkariyên navdewletî distîne. HSD ji hêzên wekî YPJ, YPG û hêzên eşîrên ereb ên herêmên bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatiye pêkanîn.

Kurdistan Haberleri

Pêywendiyên Kurd û Tirk – Dîrok û Rabirdû II
Hakan Fîdan bi Serokê Komîsyona Heşdî Şebiyê re civiya
Xelkê Dêrsimê nerazîbûn nîşanî danîna stasyona bazê da: ‘Dijminê min e’
Îranê cezayê îdamê yê 5 girtiyên Kurd betal kir
PKK: Em hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin