Ji hejmarek hunermendên Bakurê Kurdistanê peyama Jîna Emînî

.

Hejmarek hunermendên Bakurê Kurdistanê, ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê, ku piştî kuştina Jîna Emînî destpê kiribûn, vîdeoyek belav kirin.

Jîna Emînî roja 13ê Cotmeha 2022ê li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat desteserkirin, li bingeha polîs tendirustiya wê têk çû û piştî 3 rojan di 16ê Cotmehê de li nexweşxaneyeke Tehranê canê xwe ji dest da. Piştî canjidestdana Jîna Emînî, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûn û xwepêşandanan destpê kir.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî û xwepêşandanên ji bo protestokirina kuştina keça Kurd Jîna Emînî di roja 19an de berdewam in. Li gor rapora Rêxistina Hengaw, li Rojhilatê Kurdistanê heta niha 23 xwepêşander hatine kuştin û hezar û 138 xwepêşander jî birîndar bûne, herwiha zêdeyî 2 hezar kes jî hatine desteserkirin.

Li çar parçeyên Kurdistanê û welatên cuda jî piştgirî û çalakiyên bo xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in.

Di nav de Xecê, Jan Axîn, Rewşan, Xalid Tarî, Berfin Aktay, Mucahit Goker, Berfin Zenderlioğlu, Brader Mûsikî, Gulbahar Kavcu, Agit Işık, Sakîna Teyna û Gökçe Selim bi tevahî 12 hunermendên Kurd ên Bakurê Kurdistanê, bi armanca piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê vîdeoyek bi Kurdî bilav kirin û peyamên hevkariyê bo gelê Rojhilatê Kurdistanê ragihandin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt