Ji gelê Sûriyê berteka ala HTŞê ya li kêleka Alaya Sûriyeya nû

.

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ku bingeha xwe ji rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) distîne, li Sûriyê li kêleka ala nû ya Sûriyê ala HTŞê jî danî ku ev yek bû sedema nerazîbûnan.

Rojnameya Independent Arabia bal kişand ser bilindkirina ala Heyet Tehrîr El Şam li kêleka ala nû ya Sûriyeyê û berketên gel û diyar kir, vê yekê li kolana Sûriyeyê nerazîbûneke berfireh derxistiye holê. Hate diyarkirin ev dijberî ne tenê siyasî ye, lê di heman demê de sembolîk e jî.

Li gorî rojnameyê, tenê hildana aleke din li kêleka ala Sûriyeya nû bes bû ku pêleke nerazîbûnê bide destpêkirin. Opozîsyon hişyar e, ya girîngtir haydar e û xebata HTŞê, tîmên wê yên operasyonê û hikûmeta nû bi çavê kesekî ku dixwaze guhertineke rastîn misoger bike, ne tenê guhertina navan, dişopîne.

Herwiha hin nerazîbûnên welatiyan Sûrî yên li ser medyaya civakî jî hatin weşandin.

Kurdistan Haberleri

Saziyên sivîl yên jinan alîkariyê bo jinên Rojavayê Kurdistanê dişînin
Trump: Operasyona bejahî ne di hişê min de ye
Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar: Em dê li hemû saziyan bidin
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Ji ber êrişeke terorîstî hilberîna petrolê ya HKNyê rawestiya
Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt