Ji Erdogan pêngaveke nû ji bo civaka Elewî: Sazîyeke fermî tê avakirin

.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, beriya hilbijartinên Hezîrana 2023yan ên serokomariyê ji bo civaka elewî bikişîne aliyê xwe ragihand ku ew ê saziyeke fermî ya bi navê Serokatiya Cemxane û Çanda Elewî Bektaşî ava bikin.

Erdogan,  di merasîmeke vekirina hejmarek Cemxane û Dergehên Civaka Elewî de got: "Em ê Serokatiya Cemxane û Çanda Elewî û Bektaşiyan ava bikin û wê ev sazî cemxaneyên ku girêdayî muxtarî, komele, şaredarî û federasyonan in îdare bike."

Serokomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku li nav welêt û li dervayî welêt gelek kesên bi niyeta xerab xwestine yekîtiya wan ya neteweyî xera bikin çêbûne, lê hêza tu kesî têrê nekiriye ku agirê vê eşqê bitemirîne.

Erdogan got, ji bo mekanên ku welatiyên me yên Elewî û Bektaşî lê dicivin bi destê dewletê bên şopandin û birêvebirin em pergaleke sazkirî ava dikin û ew ê kadroyên karmendiya dewletê jî bidin wan navendên Elewîyan yên ku bixwazin.

Kurdistan Haberleri

Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin
Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin