Ji Dolar rekoreke nû: 25 TL derbas kir

.

Piştî bilindkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê ve, bihayê lîre li hember dolarê Amerîkî dîsan daket û dolar rekoreke nû tomar kir.

Banka Navendî ya Tirkiyê îduh biryara xwe ya derbarê rêjeya faîzê de aşkere kir.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê duh ragihand, rêjeya faîzê ji %8.5an bo %15an hat bilindkirin.

Piştî biryarê, bihayê dolar û euro li hember lîreyê Tirkî berovajî texmînan careke din bilind bû.

Li gor borseyên Tirkiyê, a niha di saet 08:15an de bihayê dolarekî Amerîkî gihîştiye 25.14 lîreyê Tirkî.

Herwiha bihayê her euroyek jî bûye 27.60 lîreyê Tirkî.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle