Ji Diakurd  li ser pirsa NATO û segregasyonê li Stockholmê panelek

.

Diakurd li Stockholmê bi partiyên Swêdî re beriya hilbijartinan paneleke taybet li ser pirsa NATO û segregasyonê pêk anî.

Diakurd do (04.09.2022) bi nûnerê partiyên siyasî re li Kitêbxana Kurdî panelek pêk anî. Panel heftiyek beriya hilbijartinên giştî û yê herêmî pêk hat. Roja 11ê sibatê 7,5 milyon hilbijêr wê herin ser sandoqê ji bo parlamentoyê, ji bo şaredariyê û ji bo rêvebiriya welayetê dengê xwe bidin.

Panel ji aliyê Hêja Mardîn Baban ve hat rêvebirin. Nûnerên partiyên ku beşdariya panelê kiribûn ev bûn:

-Marta Aguirre, Endam Meclîsa Partiya Çep
-Maria Ferm, Berdevkê pirsên navnetewî yê Partiya Kesk
-Kadir Kasirga, namzetê Partiya Sosyaldemokrat
-Maria Leissner, namzetê rêvebiriya herêmî yê Partiya Lîberal
-Fredrik Wallen, namzetê rêvebiriya herêmî yê Partiya Kristian Demokrat

Beriya panelê serokê Diakurdê Adnan Axacan axaftinek kurt kir û xêrhatina beşdarên panelê û temaşevanan kir.

Di panelê de pirsên hatin peyvandin, pirsên ku zêdetir civaka Kurdên Swêdê eleqedar dike, bû. Wek pirsa NATOyê, dijberîya Tirkiyê ya li hember endambûna Swêdê û Fînlandiyayê ya yekser, segregasyona penaberan li hin herêman bû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle