Ji destpêka meha tebaxê ve 14 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

.

Li gorî amarên rêxistineke taybet bi mafê mirovan, ji destpêka meha tebaxê ve heta niha, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 14 kolber hatine kuştin û birîndar kirin, 14 kurd hatine bidarvekirin û hevdem 27 welatiyên kurd jî hatine binçavkirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê di raporekê de amara binpêkirina mafê mirovan ji destpêka meha tebaxê ve heta niha li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî raporê ji destpêka meha tebaxê heta niha, herî kêm 4 kolber li sînorên bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi gulebarana hêzên ewleyên Îranê jiyana xwe ji dest daye û hevdem 10 kolber jî li sînorê parêzgehên Sine, Kirmaşan û Urmiyê hatine birîndarkirin.

Her wiha, ji destpêka meha tebaxê ve heta niha, 14 girtiyên kurd di girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin û cezayê bidarvekirina 6 kurdên din jî hatiye birîn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê da zanîn, di wê heyamê de herî kêm 27 welatiyên kurd li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin û çarenvivîsa beşeke zêdeyî binçavkiriyan nediyar e.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle