Ji destpêka heyva Befranbarê ve zêdetir ji 100 kesî ji aliyê rêjîmê ve hatine bidarvekirin

.

Rêjîma Îranê ji destpêka heyva Befranbarê ve heta 23ê vê heyvê, zêdetir ji 100 kesî li girtîgehên xwe de bidarvekirin e û li dawî raporan de jî îşare bi bidarvekirina 3 kesên din li girtîgeha Îsfehanê de hatiye kirin.

Pêka rapora Navenda Mafê mirov li Îranê, vê rêjîmê ji destpêka heyva Befranbarê ve heta 23ê vê heyvê, zêdetir ji 100 kesî li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidarvekirin e û pêka dawî raporan 3 kesên din li 23ê Befranbarê de li girtîgeha Îsfehanê hatiye bidarvekirin.

Rêjîma Îranê serhev, ji destpêka heyva Befranbarê ve heta 23ê vê heyvê, rojane nêzî 5 kesan bidarvekirin e û bi awayek din, her 6 demjimêran, girtiyek hatiye bidarvekirin.

Rêjîma Îranê ji aliyekê binçavkirina çalakvanên medenî, jîngehparêzî, sendîkayî û siyasî berfirehtir kiriye û ji aliyê din ve jî rêje û lezgîniya bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê li Îranê de zêdetier kiriye.

Rêjîma Îranê sepandin û birêvebirina sizaya bidarvekirinê, wek alavek bo tepeseriya zêdetir a xelkê Îranê bi kar tîne.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê