Ji derveyî axa Iraq û Kurdistanê bi 12 moşekên balîstîkî êrîşî Hewlêrê kirin

.

Şevê din li demjimêr 01:00ê bi moşekan êrîşî Hewlêrê hat kirin ku hinek ji moşekan li nêzîkî cihên niştecihbûnê ketin û ziyanên madî çêbûn. Hat zanîn ku armanca êrîşa moşekî Balyozaxneya Amerîka û Balafirgeha Hewlêrê bûye ku yek ji moşekan li avahiya Kurdistan24ê jî ketiye û ziyaneke madî tê de çêbûye.

Dije Terora Herêma Kurdistanê ragihand, ji derveyî sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê bi moşekên balîstîkî êrîşî Hewlêrê hatiye kirin.

Di daxuyaniya Dije Terora Herêma Kurdistanê de hat gotin: “Li gorî zanyariyan demjimêr 01:00ê şevê bi 12 moşekên balîstîkî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye armanckirin.”

Dije Teror da zanîn ku ji bilî ziyana maddî ti ziyaneke canî çênebûye û diyar kir: “Li gorî zanyariyan moşek ji derveyî sînorên Iraq û Herêma Kurdistanê, ji rojhilat ve hatine avêtin.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî derbarê êrîşê de ragihand: “12 moşekên Balistîk ji derveyî sînorên Îraq û Herêma Kurdistanê ve ji aliyê Rojhilat ve arasteyî avahiya Konsûlxaneya Amerîka li Hewlêrê, navçeya nîştecîbûna sivîlan li nêzîk barageha kanala Kurdistan 24ê û dedora wê hatine kirin.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir, di encamê de ziyana madî li avahî û xaniyên wê deverê ketiye, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Wezareta Navxwe ya herêma Kurdistanê got, ew wê êrîşa tirsenokane şermezar dikin û welatiyên paytext û xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku Hewlêr aram e û bi aramî dimîne.

Kurdistan Haberleri

Pirtûka nu ya Eskerê Boyîk: Rêya jiyana min
PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin