Ji bo Xezeyê banga agirbestê: Neteweyên Yekbûyî qebûl kir

.

 Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmaya ku ji bo Xezeyê “Agirbesteke mirovî ya bilez û mayinde” dixwaze qebûl kir.

Biryarnameya ku ne bendîkar e ji aliyê 120 endaman ve hat qebûlkirin û 14 endaman jî red kir. Herwiha 45 endam jî bêalî man.

Di civîna awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî de, pêşnûmeya koma Ereban a di pêşengiya Urdunê de hatiye amadekirin hate dengdan.

Pêşnûmeya ku li Xezeyê daxwaza agirbesta mirovî dike bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Di pêşnûmeyê de, her cure tundiya li dijî welatiyên Filistînî û Îsraîlî jî hat şermezarkirin.

Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku sivîl bên parastin û bê astengî alîkariya wan bê kirin.

Di dengdana pêşnûmeyê de, 120 welatan dengê erê, 14 welatan dengê na bikar anî. 45 welat jî beşdarî dengdanê nebûn.

Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eyman Sefadî beriya dengdanê li ser hesabê xwe yê Xê got, “Operasyona bejayî ya Îsraîlê ya li Xezeyê wê bibe sedema karesateke mezin."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û banga agirbestê kir:

“Pêwîst e li Rojhilata Navîn agirbesteke mirovî bê ragihandin. Pêwîste bê şert û merc hemû dîl bêne berdan.

Herwiha ez banga xwe ya ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanî dubare dikim. Divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe.”

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin