Ji bo testa DNAyê bang li xizmên qurbaniyên gora komî ya Endelosê hat kirin

.

Dezgayê Şehîdan a Iraqê, ji bo diyarkirina nasnameya qurbaniyên gora komî ya li Endelosa Bexdayê, ji xizmên enfalbûyiyan nimûneyên xwînê xwestin.

Ji bo dîtina xizmên enfalbûyiyên ku termên wan li qada bijîşkiya dadî ya Bexdayê ye, nimûneyên xwînê hatin xwestin. Di banga hat kirin de hat ragihandin ku ev nimûne ji bo testa DNAyê tê xwestin da ku piştî diyarbûna nasnameyan, ew termên enfalbûyî radestî xizmên  wan bên kirin. Li gorî agahdarkirina Fermangeha Gorên Komî ya li ser Dezgayê Şehîdan a Iraqê û li gorî madeya 6 xala 5 a Yasaya Karûbarên Gorên Komî ya bi hejmara 13emîn a sala 2015an; Dezgayê Şehîdan kesûkarên enfalbûyan agahdar  dike ku serdana Fermangeha Karûbarên Gorên Komî ya li qada Endelos a Bexdayê bikin.

Hat ragihandin ku ji bo termên goreke komî ya ku beriya niha li sînorê parêzgeha Semaweyê hatibûn derxistin, yên ku bixwazin agahiyan bigirin, dikarin bi rêya (07841400143) telefonê bi dest bixin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin