Ji bo Mamosteya Kurdî Zara Mihemedî tu jî îmze bike!

.

 Ji bo mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî ya Berpirsa Komeleya Nûjîn ku ji ber dayîna dersên Kurdî bi 5 sal cezayê zindanê hatibû sizadan û 8ê Çileyê 2022an jî xwe radestî Zindana Jinan a Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kiribû, kampanyeya îmzeyan hat destpêkirin.

Zara Mihemedî sala borî ji ber çalakiyên li Rêxistina Nûjîn, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve cezayê 10 sal zindanîkirinê jê re hatibû birîn, piştre ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve cezayê wê bo 5 salan hatibû kêmkirin.

Mamoste Zara Mihemedî, bi kefaletê rakirina cezayê ku li ser hatiye sepandin red kiribû û xwe radestî girtîgeha Sinê kiribû.

Mamoste Zara beriya ku xwe radestî girtîgehê bike, axaftinek kiribû û gotibû: "Ew ne ku tenê dixwaze zimanê Kurdî fêr bike, lê ew dixwaze sîstema perwerdeyê hemû bi Kurdî be."

Zara dema çûbû ber girtîgehê helbesta Şairê Kurd Qanî xwendibû û gotibû: “Xwelî li serê wî dijminî be ku hêviya xwe bi zindanê ve girê dide.”

Li ser Change.org ji bo berdana Zara Mihemedî kampanyeyek hat destpêkirin ku di daxuyaniya kampanyayê de tê gotin, “Kurd, tevahiya sazî û dezgehên sivîl ên cîhanê, ji Îran û Kurdistanê em dixwazin bibin deng ji Mamoste Zara re.”

► Ji bo beşdarbûna kampanyeya îmzeyan ji kerema xwe vê lînkê bitikînin...

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle