Ji bo fotbolîstê Kurd Denîz Nakî 5 sal ceza

Di îdîanameyê de hatiye gotin ku, Nakî li ser navnîşana xwe ya Facebook û Twitterê, bi 7 parvekirinên cuda, propagandaya terorê kiriye.

Di derbarê lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî de, bi tometa ku “liser torên civakî propagandaya terorê kiriye” Serdozgeriya Komarê ya Dîyarbekirê, derbarê wî de doz vekir û daxwaza 5 sal ceza girtinê kir.

Di îdîanameyê de hatiye gotin ku, Nakî li ser navnîşana xwe ya Facebook û Twitterê, bi 7 parvekirinên cuda, propagandaya terorê kiriye.

Li gor serdozerî di îddîanameya xwe de gotîye; Nakî di Facebook û Twittera xwe de du zarokên Filistînî ku ji alîyê leşkerên Îsrailê ve hatine kuştin parve kiriye û wan wek ku li Cizîrê hatibin kuştin destnîşan kiriye.

Peyama Denîz Nakî ya herî deng vedabû ew bû ku; di 31ê Çileya 2015ê, di çarçoveya Kûpaya Zîraat a Tirkiyê de, Amedspor li hember Bursasporê bi 2-1 serketibû. Nakî li ser vê yekê li ser hesabê xwe yê tora civakî de nivîsandibû, “Em vê serkeftinê pêşkeşî wan kesan dikin ku li hember zulma li welatê me tekoşînê dikin û canê xwe feda dikin. Her bijî Azadî.”

SPOR Haberleri

Fenerbahçeyê ji ber ‘Ala Kurdistanê’ girêbesta bi lîtstikvanê Kurd re hilweşand
Amedspor û Diyarbekirspor: Eger dahata stadyumê ji me re neyê dayîn em dê boykot bikin
Amedspor bi 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir
Tima Fotbolê ya Swedê Dalkurd kongreya xwe ya 2022 an li bajarê Uppsalayê  li dar xist.