Ji bo balê bikişînin ser Gola Wanê bi Çiyayê Sîpanê ve hilkişiyan

.

 Endamên Komeleya Çalakvanên Gola Wanê, bi mebesta ku balê bikişînin ser Gola Wanê bi Çiyayê Sîpanê ve hilkişiyan.

Tîmeke endamê komeleyê ku 6 ji wan jin bi giştî 50 kesan pêk dihat, hilkişiyan lûtkeya Çiyayê Sîpanê ku bi bilindahiya xwe ya 4 hezar û 58 metre ye

Endamên komeleyê li navçeya Elcewaz a Bidlîsa Bakurê Kurdistanê civiyan û piştre şeva xwe li Zozanên Hespan a ku bilindahiya wê 3 hezar raqim e, derbas kirin.

Endamên komeleyê yên ku di 2yemîn roja hilkişînê de gihiştin lûtkeyê, pankartên ku li serê "Gola Wanê bila şîn û pak bimîne" nivîsandî vekirin û piştî îmzakirina deftera lûtkeyê daketin.

Endamên Komeleya Çalakvanên Gola Wanê / Wêne: AA

Serokê Komeleyê Erdogan Ozel anî ziman ku bi mebesta Gola Wanê hêj paktir ji nifşên siberojê re bimîne gelek çalakiyan li dar dixin.

Ozel bangawazî li hemî aliyan kir ku xwedî li bedewiyên siruştî derkevin û wiha axivî: “Em hemî çalakiyên xwe ji bo balkişandina ser Gola Wanê li dar dixin. Pêdivê em goleke pak û temîz ji nifşên bi dû xwe re bihêlin. Me li vêderê perçeyên firokeya îngilîzan a ku beriya çendîn salan li vêderê ketibû xwarê, dîtin. Çalakiya me gelekî xweş derbas bû. Hema bêje ji her aliyên beşdar hebûn. Ez spasiya hemuyan dikim.”

Rudaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle