Ji Biden hişyariya Omicron: Pêketin dê zêde bibe

.

Joe Biden bal kişand ser wê yekê ku cûreya Omicron gelek bilez belav dibe.

Serokê Amerîkayê Joe Biden beriya ku ji tîma tendirustiyê zanyariyên nû yên derbarê Koronayê (Covid-19) de werbigre, ji rojnamevanan re axivî.

Joe Biden bal kişand ser wê yekê ku di van rojên dawî de li Amerîkayê cûreya Omicron gelek bilez belav dibe û got: “Omicron zû belav dibe, di rojên pêş de hûn ê bibînin ku pêketinên Covid-19ê zêde dibe.”

Biden diyar kir ku rêya herî baş a xweparastina ji Omicronê, vaksîn e û got: “Niha ti hincetekê wenegirtina vaksînê tune ye.”

Li ser dermanê Covid-19ê ku ji aliyê Pfizer ve hatiye amadekirin û bi rêya dev tê wergirtin, Biden got: “Min ferman da tîma xwe ku sîparîşa dermanê Pfizer ji 10 milyonan bo 20 milyonan derxin. Ev derman dê meha bê de bigihîjin xelkê.”

Li Amerîkayê ji ber cûreya Omicron a Covid-19ê di van hefteyên dawî de hejmara pêketiyên vê nexweşiyê gelek zêde bûne, ku rojane digihîje milyonek kesan.

Amerîka Haberleri

Trump û Putin civîna xwe wekî ‘berhemdar’ û ‘erênî’ bi nav dikin
Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand
Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin
Îraq, Qeter, Kuweyt û Behreynê qadên xwe yên asmanî girtin
Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene