Ji ber xwepêşandanan zêdetirî 600 milyon Euro zirar gihîştiye kompaniyên Fransî

.

Kompaniyên dabînkirinê li Fransayê diyar dikin, ziyanên ku ji bo tamîrkirina ziyanên xwepêşandanên van demên dawî yên Fransayê derketiye holê, ji 600 milyon Euroyan zêdetir e.

Kompaniyên dabînkirinê li Fransayê diyar dikin, ziyanên ku ji bo tamîrkirina ziyanên xwepêşandanên van demên dawî yên Fransayê derketiye holê, ji 600 milyon Euroyan zêdetir e.

Îro Sêşemê 11ê Tîrmeha 2023an, Serokê Yekîtiya Kompaniyên Dabînkirinê yên Fransî di daxuyaniyekê de ragihandiye, pereyên ku ji bo tamîrkirina ziyanên xwepêşandanên van demên dawî yên Fransayê derketiye holê û divê bidin, 650 milyon Euro ye.

Herwiha Serokê Yekîtiya Kompaniyên Dabînkirinê yên Fransî eşkere kir ku %10ê wan ziyanan, ziyanên takekesî ne û pêwendî bi otomobîlên welatiyan heye.

Roja 27ê Hezîrana 2023an, Nahel M. yê 17 salî li Nanterre ya Parîsê bi hinceta ku guh nedaye hişyariya polîsan bi guleyan hat kuştin û piştî wê bûyerê xwepêşandanên nerazîbûnê dest pê kirin ku li gelek bajarên Fransayê belav bû.

Di xwepêşandanan de li bajarên Marsîlya, Lyon, Toulouse, Strasbourg û Lille jî di nav de avahî û wesayît hatin şewitandin û dikan hatin talankirin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan
KURD SED SAL BERÊ ÇIMA NEBÛN DEWLET Û REWŞA ÎRO?
Komeleya Zehmetkêşan: Bi mûşekan êrişî me hat kirin, birîndarên me hene
Rola Bakurê Kurdistanê di têkoşîna Başûrê Kurdistanê de
Hewlêr: Bexda rêyê nade benzîn derbazî Herêma Kurdistanê bibe