‘Ji ber xeletiya qaçaxçiyan hevjîn û keça min xeniqîn’

.

 Li Yunanistanê piştî ku keştiyeke koçberan bin av bû jineke Kurd û zaroka wê xeniqîn.

Hevjîna wê jinê ku di heman demê de rêwiyê wê keştiyê bû ji Rûdawê re got, “Ji ber xeletiya qaçaxçiyan hevjîn û zaroka min xeniqîn.”

Welatiyê bi navê Kawêz Sedullahê ji navçeya Çemçemalê Silêmaniyê yek ji wan rêwiyan bû ku di keştiyê de bû.

Zarok û hevjîna Kawêz Sedullah di keştiyê de xeniqîn û ew bi saxî hat rizgarkirin.

Kawêz Sedullah li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî û got:

“Doh bi dema Yunanistanê derdora seat 23:00yan (bi dema Hewlêrê saet 00:00yan) keştiya me bi 32 rêwiyan ji Îzmîrê ber bi girava Samosê ya Yunanistanê bi rê ket.

Em di nîvê rê de bûn, hêzên deryayî yên Yunanistanê li pey me bûn û çend caran hişyarî da şofêrê keştiyê ku raweste.

Lê ew ranewestiya û saet 02:30an li çiyayekî giraveke Egeyê qelibî.

Piştî ku keştî li çiyê ket, serûbin bû û hemû rêwiyan wê ketin avê û hevjîna min Naîla Mistefa û zaroka min a neh mehî Nûr xeniqîn.”

Keştî ji bo 17 kesan bû lê qaçaxçiyan 32 kes tê de bi cih kirin ez, jin û zaroka min û du xortên din ên Kurd tê de hebûn.

Koçberên din hemû Efxan bûn.

Qaçaxçî hat girtin û rêwiyên din li Yunanistanê li qereqola polîsan in.

Ji bo vegerandina cenazeyan em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di nava pêwendiyê de ne.

Kurdistan Haberleri

Tirkiyeyê biryara desteserkirina Netanyahu da
Li Efrînê di du rojan de 2 Kurd hatin kustin
Joe Kent bi Rohilat Efrîn û Mezlûm Ebdî re civiya
Bafil Talebanî: Em dê ji bo we bikevin nav agirê dojehê
Hevkariya nû ya Îraq û Amerîkayê Pêşmergeyan jî li xwe digire