Ji ber serma û berfê 3 zarokan li kampên Efrîn û Helebê canê xwe ji dest dan

.

 Ji ber serma, berf û bahoza Zivistana dijwar a li bakurê Heleb û Efrînê, sê zarokên koçber canê xwe ji dest dan.

Rêxistina Mafên Mirovan “CARE” di raportekê de hişyarî da, serma û bahozên dijwar ên Zivistanê, rewşa jîyana koçberên Sûrî aloztir kiriye.

Wê rêxistinê belav kir, ji ber berf û bahozê koneke kampa Qestela Miqdêd bi ser koçberên ku tê de dijîn de ket û di encamê de zarokekî canê xwe ji dest da û bavê wî jî birîndar bû.

Ragihand jî, li kampeke bakurê Sûriyê ji encama ketina sobeyê, agir bi konekî ket û di encamê de 2 zarokên 3 û 5 salî canê xwe ji dest dan û dayika wan jî birîndar bû.

Rêxistina “CARE” diyar kir, rewşa koçberên Sûrî yên li Lubnan û Urdinê jî di Zivistanê de jî zehmet e ku tê pêşbînîkirin pileya germahî dakeve 14 bin sifire, ev yek ji 40 salî nebûye.

Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekgirtî (OCHA) li Tirkiyê, bahozên zivistanê 362 kon têk dane kirine û bandor li ser 2124 koçberên Sûrî yên li kampan dijîn kiriye.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin