Ji ber "Lêpirsîna Newrozê" 4 kes hatine girtin

.

Ji ber "Lêpirsîna Newrozê" ya ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê dabû destpêkirin, ji 66 kesên desteserkirî, 62 kes serbest bûne.

Ji 66 kesên ku ji ber "Lêpirsîna Newrozê" hatibûn desteserkirin, 4 kes hatine girtin. 62 kes serbest bûne. 

Di 15ê Nîsanê de polîsan li Amed, Mêrdîn, Riha, Stenbol, Bedlîs û Êlihê, di heman demê de girtibûn li ser malan û di encamê de 66 kes hatibûn desteserkirin. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji ber beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûne derbarê hin kesan de lêpirsîn daye destpêkirin û navenda vê lêpirsînê jî Amed e. Serdozgeriyê biryara desteserkirina 105 kesan dabû. 

Di nava van kesan de Xwediyê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û rojnameger Mîr Alî Koçer jî hebû. Esen jî di nav de 32 kes di 16ê Nîsanê de piştî li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê îfadeyên xwe dabûn, serbest bûbûn. Rojnameger Mîr Alî Koçer jî di nav de 7 kes biribûn edliyeyê. Dozgeriyê daxwaza girtina Koçer û 4 kesên din kiribû lê ew serbest bûbûn. Dadgeha Aştî û Cezayê ya Amedê bi tohmeta ku "endamê rêxistinê ye" biryara girtina Înanç Mûtlu û Farûk Azarkanî dabû. 

Ji 27 kesên ku desteserkirî mabûn, 25 jê piştî li midûriyeta emniyetê îfade dane, serbest bûne. 2 ser birine edliyeyê. Dozgerî piştî îfadeyên Recep Atan û Enver Gulerî wergirtiye, bi daxwaza girtinê, ew şandine ber destê dadgehê. Heyeta Dadweriya Aştî û Cezayê jî bi tohmeta ku "endamên rêxistinê ne" biryara girtina Atan û Gulerî daye. 

Kurdistan Haberleri

Reîsî: Îran her tim dostekî mezin ê Îraq û Kurdistanê bûye
Serokê YNKê ji bo pêkanîna hin hevdîtinan gihişte Amerîkayê
Senator Van Hollen: Amerîka li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser HSDyê ye
Amerîka li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Îranê çi dibêje?
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re civiya