Ji ber girêdana camanê hatin girtin!

Li bajarê Demavend yê Îranê, sê welatiyên kurd tenê ji ber ku poşî (camane) dabûn serê xwe, hatin girtin!

Li bajarê Demavend yê Îranê, sê welatiyên kurd tenê ji ber ku poşî (camane) dabûn serê xwe, hatin girtin!

Duhî li bajarê Demavend li eyaleta Tehran ya Îranê, sê kurdên Rojhilatî di şahiyekê de hatin girtin.

Li gorî agahiyan, ew welatiyên kurd tenê ji ber ku camane dabûn serê xwe, bi tohmeta alîgirtiya partiyên Rojhilatî yên neyarê rêjîma Îranê hatin girtin!

Ew kesên ku hatine girtin, xelkê gundê Ewêheng yê bajarê Sine ne û navê wan jî ev in: Beşîr Hatemî, Seyfullah Celîlî û Xefûr Yarî.

Siyaset Haberleri

Rêxistineke Almanyayê: Me alîkariya 1200 Kurdên Êzidî kiriye
Wezareta Koçê ya Îraqê: 49 hezar malbatên Şingalî hîn jî venegeriyan malên xwe
Mîrê Êzidiyan: Daişê nekarî dîroka 4000 salî ya Êzidiyan tine bike
Ebdulkerîm Omer: YPJ tevlî Wezareta Karên Navxwe dibe
Serokê ENKSyê: Ziyareta Nêçîrvan Barzanî ya Şamê mifteya aramiyê ye