Ji ber êrişên Tirkiyê gundê Hirûrê li ber valabûnê ye

.

 Artêşa Tirkiyê du hefte ye bi dijwarî gundê Hirûrê yê nahiya Kanî Masê li Başûrê Kurdistanê topbaran dike. Metirsiya valabûna bi temamî li ser wî gundî heye. Tirkiyê mal û cihê niştecîbûnê jî li wî gundî topbaran dike.

Di mehekê de cara sêyem

Herî dawî, berî du rojan çend top di nava gund de ketin û hinek parçeyên topan ketine nav malên xelkê. Niha li Hirûrê tenê 20 mal mane, êrîş berdewam bin, eger heye ew jî gund bicih bihêlin.

Di heyama mehekê de ev cara sêyem e derdora mala gundê cotkarê bi navê Îbrahîm Hirûrî tê topbarankirin û perçeyên topan ketine hindûrê malê jî û metirsî li ser jiyana wan çêkiriye.

Îbrahîm Hirûrî, Cotkar, diyar dike, “Berî niha hevjîna min li ber pencerê rûdinişt. Min got `were da Quranê nîşanî te bidim`. Wê jî got `min jî hinek zanyarî hene ez wan dinivîsim` û min dît dengê teqînê hat, xanî hejiya. Wê kire qîr û giriya û min jî got, `negirî, Xwedê yek e û mirin jî yek e.”

`Em gelek tirsiyan`

Tirkiye di heyama çend rojên derbasbûyî de çend top li nava gundê Hirûrê dane û yek ji wan bi ber xaniyê Ezîza Osman û hevala wê ket ku herdu mamoste ne û yek li Dêrelukê û yek jî li Sersinkê kar dike. Ew di xew de bûn dema top li nêzikî mala wan ket.

Ezîza Osman, Mamoste, dibêje, “Min zanî top bi mala me ket, lê min nezanî bi ku derê ket. Em ji xew rabûn û hatin holê. Çi cih nebûn em berê xwe bidinê, nîva şevê bû, me newêra razên û em gelek tirsiyan.”

Heta niha ziyanên topbarana berdewam a artêşa Tirkiyê li ser gundê Hirûrê, tenê maddî bûye. Ziyan bi ber xanî û pencereyên gundiyan ketine. Du top jî bi nava du xaniyan ketine û niha gund ketiye ber metirsiya valabûnê.

Metirsiya valabûnê li ser gund

Rêving Hirûrî, Serokê Komîteya Pêşmerge li Parlemana Herêma Kurdistanê, dibêje, “Me hewlên zêde dane li egl kanalên peywendiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bikare li gel Hikûmeta Tirkiyê vê bordûmana bê wate rawestînin û wek hikûmet pêngavan biavêjin da ku temîna vî xelkî bê kirin.”

Niha 20 mal li gund hene û mana wan li ser arambûna rewşa gund maye, topbaran bi vî rengî berdewam be, dibe ku di rojên bê de ew jî li gund nemînin û gund vala bibe.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir