Ji ber êrîşa moşekî ziyan gihîşt avahiya Kurdistan24ê û weşan demeke kurt rawestiya

.

Îro Yekşemê 13ê Adarê li demjimêr 01:00ê piştî nîvê şevê, Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê rastî êrîşa moşekî hat ku li gorî daxuyaniyên fermî ji derveyî axa Iraq û Herêma Kurdistanê 12 moşekên balîstîk hatine avêtin.

Hat zanîn ku hin ji moşekan li ber avahiya sereke ya saziya Kurdistan24 TVyê ketin xwarê û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt avahî, amûr û kelûpelên saziyê, lê ti ziyaneke canî negihîşt karmendên televizyonê.

Saziya Kurdistan24ê bi daxuyaniyekê eşkere kir, “ligel ziyanên madî ku bû sedema rawestandina pexşa kenala me ji bo çend xulekan, niha pexşa zindî ya Kurdistan24ê berdewam e û em hemû bîner û wergiran piştrast dikin ku li ser kar û gihandina peyama xwe ya neteweyî û niştimanî berdewam dibin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Kurdistan24 bi pencemora xwe ya niştimanî û neteweyî naskirî ye û li vir careke din tekezî li wan perensîp û peyama xwe ya pîşeyane dikin ku Kurdistan24 berdewam pê tê naskirin, ew jî gihandina peyam û dengê Kurdistaniyan e.

Li vir spasiya hemû aliyên pêwendîdar dikin ku çi bi riya gihandina peyaman yan bi serdana xwe li selametiya karmendên Kurdistan24ê pirsîn.

Kurdistan her dem aram û avedan be.”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî pêwendî bi Parêzgarê Hewlêrê û Rêveberê Giştî ya Kurdistan24ê re kiriye û li selametiya rojnamevan û karmendên kanalê pirsî û spasiya xweragiriya wan ji bo gihandina peyama niştimanî kir û li ser êrîşa teroristî ya îro berbangê li ser Hewlêrê sazî û dezgehên hikûmetê raspard ku bi hawara welatiyên ziyan dîtine biçin û çi pêwîst be bikin.

Kurdistan Haberleri

PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin