Ji ber berfê rêya 681 cih û waran hat girtin 18 demjimêr berê

.

 Li bajarên Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 681 cih û waran hat girtin.

Li deverên çiyayî yên Wanê duh êvarê ji ber berfê di veguhastinê de astengî çêbûn.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li tevahiya bajêr ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 492 cih û waran hat girtin.

Mûş

Li Mûşê ji ber barîna berfê ya 2 roj e li cihên bilind didome, di veguhastinê de astengî çêbûn.

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur diyar kir, ji ber barîna zêde ya berfê rêya 55 gundan hat girtin.

Colemêrg

Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, li navenda bajêr û navçeya Geverê ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 74 cih û waran hat girtin.

Ekîbên berfê xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.

Bedlîs

Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan destnîşan kir, li Bedlîsê ji ber barîna berfê rêya 60 gundan hat girtin.

Li bajarê ku ekîbên berfê yên rêbeja û şaredariyê li ser karê xwe ne.

Welatiyan jî berfa li ser malan û li ber kargehan avêt.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle