Ji ber alozbûna rewşa Iraqê, yarîyên lîga sûper ya Iraqê li Kurdistanê tên lîstin

Tê gotin ku federasyona fûtbola Iraqê biryar daye, ji ber alozbûna rewşa Iraqê, yarîyên lîga sûper ya Iraqê li Başûrê Kurdistanê bên lîstin.

Navenda Nûçeyan- Alozbûna rewşa Iraqê ne tenê bandor li jîyana rojane û sîyasî ya Iraqîyan dike, bandor li çalakîyên sporê jî dike.

Ji ber wê jî federasyona fûtbola Iraqê biryar daye yarîyên lîga sûper ya Iraqê li yarîgehên Başûrê Kurdistanê bên lîstin.

Lîga sûper ya Iraqê bi ser sê koman de hatîye parvekirin:

Koma yekem ji van tîman pêk tê: Zerwa, Nefta Başûr, Mîna, Necef û Kareba.

Yarîyên koma yekem dê li yarîgeha bajarê Zaxo bên lîstin.

Koma duyem ji van tîman pêk tê: Quwe Cewîye, Hidûd, Pîşesazîya Karebayê, Emîndarîya Bexdayê û Neft.

Yarîyên koma duyem jî dê li yarîgeha Duhokê bên lîstin.

Koma sêyem jî ji van tîman pêk tê: Hewlêr, Şorte, Nefta Mîsan, Nefta Başûr û Telebe.

Yarîyên koma han jî dê li yarîgeha Frenso Herîrî ya Hewlêrê bên lîstin.

 

 

SPOR Haberleri

Alîgirên Amedsporê herikîn Amedstoreyan: ‘Em dê li Başûrê Kurdistanê jî vekin’
Kupaya Cîhanê ya jinan li Hewlêrê tê lidarxistin: Kurdistan jî beşdar dibe
Serokê Amedsporê ji Denîz Nakî lêborîn xwest
Ronahî dixwaze bibe ronahiya zarokên welêt
Spanya bû şampiyona Euro 2024ê