Ji Başûrê Kurdistanê Hizba Şûî û Hizba Zehmetkêşan li Amedê seredana PAKê Kirin

.

Ji Başurê Kurdistanê şandeke ku ji Sekreterê Giştî yê Hizba Şûî (Partîya Komunîst a Kurdistanê) Dr. Kawa Mahmud, Endamê Politburoya Partîya Zahmetkêşên Kurdistanê Bêkes Qadir û ji rêvebirên herdu partîyan pêkhatibû, roja 06.01.2023yê li Amedê seredana PAKê kirin.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba û Nûrûllah Tîmûr, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, endamên Meclîsa Partîyê ya PAKê Mehmet Dortyama û Mehmet Bîlen, rêvebirên PAKê Îsmaîl Edîş, Suleyman Pamûkçû, Mehmet Aydin pêşewazîya heyeta herdu partîyên ji Başûrê Kurdistanê kirin.

Di hevdîtinê da heyeta Partîya Komunîst a Kurdistanê û Partîya Zahmetkêşên Kurdistanê

û heyeta PAKê di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê da bîr û rayên xwe anîn zimên.

Hevdîtina PAKê û herdu partîyen ji Başûrê Kurdistanê(Partîya Komunîst a Kurdistanê û Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê) di atmosfereke dostane û berhemdar da derbas bû.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle