Ji Artêşa Tirkiyê li dijî PKKê operasyona berfireh

Li bajarên Colemêrg, Şirnex û Wanê yên Bakurê Kurdistanê operasyonekî berfireh ya leşkerî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye destpêkirin.

Li bajarên Colemêrg, Şirnex û Wanê yên Bakurê Kurdistanê operasyonekî berfireh ya leşkerî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye destpêkirin.

 

Wezareta Navxwe Tirkiyê bi beşdariya 129 tîmên taybet ên ku ji cendirme, polîs, hêzên taybet û gundparêzan pêk tên, li parêzgehên Colemêrg, Şirnex û Wanê operasyoneke berfireh li dijî gerîlayên PKKê daye destpêkirin.

 

Di çarçoveya operasyonê de û Fermandarê Giştî yê Hêzên Cendirmeyên Tirkiyê Arif Çetin jî tevî waliyên Şirnex û Colemêrgê çûne Çiyayê Kato yê navçeya Elka Şirnexê kir.

 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Navxwe ya Tikiyê operasyon li Kavaklî, Armutlî, Taşbaşî, Sutçuler, Ceylanlî, Oxul, Ordeklî, Kirikdax, Doxanlî, Çîmenlî, Geçîtlî, Demîrlî, Faraşîn, Kato Marînos û Yalincayê, ji bo kontrolkirina zozan û çil û çiyan tê kirin.

  

Siyaset Haberleri

Kurdên li Hisîçayê rakirina zimanê Kurdî qebûl nakin: Tabeleya nû hat avêtin
Ecac li hinek sûcên xwe mikur tê
Medyakar Ammar Necmedîn çîrokên trajîk ên nav zindana Nugra Selmanê vedibêje
PDK û Çarçoveya Hevahengiyê li ser 'Bingehê Destûrê' li hev kir
Kobanî li dijî Erebkirinê rabû ser piyan: Ev der ne Eyn Ereb e!