Ji Amerîkayê daxuyaniya êrîşa ser Kelgeha Kormorê

.

 Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa li ser kelgeha gazê ya Kormorê şermezar kir û xwest, lêkolîn bê kirin û berpirs derkevin pêş dadgehê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price îro Yekşemê ragihand “Amerîka dê her bi hevbeşên xwe re be û êrîşên moşekî û hawanî yên li ser Herêma Kurdistan şermezar dike, tevî sê êrîşên li ser qada neftê û gazê ya li Silêmanî di çar rojên borî de, ligel hevkarên xwe radiweste.”

Ned Price got: “Armanca van êrîşan nehîştina aramiya aborî ye, çêkirina astengan li ber serweriya Iraqê ye, parçebûn û tirsandin e.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, di nav 4 rojên borî de 3 caran êrîş li ser kelgeha Kormor a gazê hat kirin ku li li nehiyeya Qadir Kerem a qezaya Çemçemal a Silêmaniyê ye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin