Ji Amedsporê protestoyeke watedar

Amedspor di yarîya ligel Kastamonusporê da, bi pankarta 'Zarok bêdeng bin jî bêdeng nemîne' derket stadyûmê û bûyerên destrêjiya ser zarokan protesto kir.

Îro yekşemê, Tîma Amedsporê, di yarîya digel Kastamonusporê da, destê zarokan girt û bi pankarta 'Zarok bêdeng bin jî tu bêdeng nemîne' derkete qada yarîyê ya li Amedê û bi vî awayî bal kişand bûyerên dawîn a îstîsmara zarokan.

Alîgirên Amedsporê jî bi durûşmên wekî 'Bila zarok nemirin, werin yarîyan' û 'Bişikin destên dirêjî zarokan dibin' avêtin.

Herwiha, Amedspor û alîgirên wê, piştî destpêka yarîyê jî xulekek bêdeng man û bi bêdengîya bi xulekekê bûyerên destdirêjîya li dijî zarokan şermezar kir.

SPOR Haberleri

Alîgirên Amedsporê herikîn Amedstoreyan: ‘Em dê li Başûrê Kurdistanê jî vekin’
Kupaya Cîhanê ya jinan li Hewlêrê tê lidarxistin: Kurdistan jî beşdar dibe
Serokê Amedsporê ji Denîz Nakî lêborîn xwest
Ronahî dixwaze bibe ronahiya zarokên welêt
Spanya bû şampiyona Euro 2024ê