Ji 2013an heta niha bi kêmanî 888 karkerên zarok mirine

.

Meclîsa ISIGê diyar kiriye ku “Polîtîkayên çandinî, pîşeyî, perwerde û civakî yên AKPyê xistine meriyete, her roja diçe hejmara zarokên dibin karker zêdetir dike.”

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) ji bo 12ê Hezîranê Roja Têkoşîan li Dijî Karkeriya Zarokan a cîhanî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Li gorî vê daxuyaniyê, ji sala 2013an heta niha li Tirkiyeyê bi kêmanî 888 karkerên zarok mirine.

ISIGê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku “Polîtîkayên çandinî, pîşeyî, perwerde û civakî yên AKPyê xistine meriyete, her roja diçe hejmara zarokên dibin karker zêdetir dike. Li gel vê, weke ku ‘karkerên zarok’ nînin tevdigerin û hewl didin ku vê pirsgirêk neyê dîtin.

“Hewldanên ku dihêlin karkeriya zarokan bi politikaya dewlet û sermayedaran re rewa bikin, yasayîkirina vê rastiya ku divê bê qedexekirin, hêsantir dikin. Piştî ku yek ji Wezîrên Perwerdeya Netewî yên berê Ziya Selçûk bi karkerên demsalî yên çandiniyê yên zarok re fotoğraf kişand û Serokê Giştî yê TESKê Bendevî Palandokenî gotibû, ‘berkarên me ne karkerên zarok in, ew xwendekar in kul i ber deste hostayên xwe pîşeyan hîn dibin’, qonaxên rewakirina karkeriya zarokan e.”

ISIGê di daxuyaniya xwe de xwestiye ku “karkeriya zarokan bila bê qedexekirin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle