Ji 18 sazî û rêxistinên sivîl ên Diyarbekirê resepsîyona Cejna Newrozê

.

 Li Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê beriya şahiya mezin a 21ê Adarê, îşev 20ê Adarê ji aliyê 18 sazî û rêxistinên sivîl resepsîyona Cejna Newrozê hat saz kirin.

Di resepsiyona ku li oteleke navçeya Sûrê ji aliyê sazî û rêxistinên sivîl ên civakî û pîşeyî ve hat sazkirin de, serok û nûnerên rêxistinên sivîl, siyasetmedarên kurd, rêveberên partiyên siyasî û hejmarek kesayetên civaka kurd beşdarî kirin.

Daxuyaniya Cejna Newrozê ya hevbeş a 18 sazî û rêxistinan bi zaravayên kurdî yên kurmancî û zazakî û tirkî hat xwendin.

Daxuyaniya zazakî ji aliyê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO) Mehmet Kaya û ya kurmancî jî ji aliyê Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ve hat xwendin.  

Îro li vê qada dîrokî tevî hemû reng û cudahiyên xwe bi hêviyên ku Newrozê di me de afirandiye û ji bo aşitiyê em bi hev re ne. Bi vê sedemê em vê cejna ku gelê Mezopotamyayê ku azadiya xwe bi dest xistine û vê Cejna Newrozê ya xweş a ku derketiye holê li serî de hemû Kurdistanê û hemû gelên ku vê cejnê qebûl dikin pîroz dikin.”

Piştî daxuyaniyê ji aliyê nûnerên 18 rêxistinên sivîl ve agirê Newrozê hat pêxistin û beşdaran li ber stranên Koma Ma Musicê govend gerandin. 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle