Jerry Torres: Di her rewşekê de Amerîka piştgiriya Kurdistanê dike

.

 Kandîdekî Komariyan ji bo Kongirêsa Amerîkayê radigehîne, “Min peywendiyeke baş, bihêz û vekirî bi xelkê Kurdistanê re divê.”
Kandîdê Komariyan ji bo Kongirêsa Amerîkayê Jerry Torres taybet ji K24ê re ragehand, “Eger xelkê Îraqê aramî û aştiyê dixwaze, pêdivîtiya wan bi alîkariya rojavayê heye.”
Jerry Torres herwesa got, “Kurdistan herêmeke xweşik e, ji bo min ecêb e ku hêşta pareke Îraqê ye. Eger ez ji bo Kongirêsê bi ser bikevim, min dê peywendiyeke bihêz bi Kurdan re hebe û ji aliyê aborî ve dê alîkariya wan bikim, herwesa ez dê xelatê wan ji bo tevlîbûna wan a di nehêlana DAIŞê de bidim wan.”
Navbirî amaje jî da, “Eger xelkê Îraqê aştiyê dixwaze û pêdivîtiya wan bi tevlîbûna rojavayê heye, hembêza me ji wan re vekiriye. Bi nerîna min, divê siyaseta me bi Îraqê re bi wî awayî be. Em ji aliyê aborî ve alîkariya wê dikin, dema ku me aboreke baş heye.”
Kandîdê Komariyan ji bo Kongirêsa Amerîkayê tekez jî kir, “Ez ji Kurdistanê û Kurdan hez dikim, ew bi awayekî qanûnî pareke Îraqê ne. Ez bi her awayekî piştgiriya wan dikim. Min peywendiyeke baş, bihêz û vekirî bi xelkê Kurdistanê re divê. Herwesa amerîka di her rewşekê de piştgiriya Kurdistanê dike. Her alîkariyeke bixwaze jî, em pêşkêşî wê dikin.”

K24

Kurdistan Haberleri

Gumrika Kurdistanê biryareke Bexdayê ya derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de red dike
Donald Trump: Şerê li dijî Îranê bi giranî qediyaye
Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê civînek li dar xist
Îran û roja 10an - Êriş zêde bûn, bîlanço giran bû
Fransa: Divê di paşeroja Îranê de mafên Kurdan werin parastin