JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir

.

Dadgeha bajarê Saitamayê yê Japonyayê xwepêşandaneke li dijî Kurdan qedexe kir.

Komeleya Çandê ya Kurdan a Japonyayê diyar kir ku armanca van çalakiyan xirabkirina navên Kurdan e.

Komeleya Çandê ya Kurdan a Japonyayê wekî cihê xwepêşandanê hatibû diyarkirin.

Xwepêşander dibêjin, li welatê wan pêwîstî bi hebûna komeleyeke Kurdan nîne.

Dadgeha Saitamayê biryar da ku nabe xwepêşander heta 500 metreyan nêzîkî avahiya Komelaya Çandî ya Kurdan a Japonyayê bibin û divê xwepêşandan li nêzîkî wê neyê kirin.

Komeleya Çandê ya Kurdan a Japonyayê diyar kir ku ew bi wê biryarê gelekî kêfxweş in.  

“Armanca xwepêşandanê xirabkirina navê Kurdan e”

Li gorî gotina Komeleya Çandê ya Kurdan a Japonyayê armanca wê xwepêşandanê xirabkirina navê Kurdan e.

Parêzerê Komeleya Çandê ya Kurdan a Japonyayê eşkere kir ku heta niha cara yekem e dadgehê xwepêşandana li dijî komeleya wan qedexe kir.

Li gorî Dadgeha Saitamayê xwepêşanderan heta niha çend carên din jî li pêş komeleyê xwepêşandan kirine.

Parêzerê Komeleya Çandê ya Kurdan a Japonyayê Kim Yong Gon da zanîn ku ya girîng ew e dadgehê selimandiye xwepêşandana li dijî komeleya Kurdan ne yasayî ye.

Kim Yong Gon eşkere kir ku ew hêvî dikin ev bibe destpekek ji bo bidawîanîa xwepêşandanên kîndariyê.

Di navbera salên 2016-2019an de dadgehên Kanagawa, Osaka û Tokyoyê jî xwepêşandanên li dijî xelkê Koreyê qedexe kiribûn.

Kurdistan Haberleri

Fransayê piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir
KOYE - Êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên PDK-Îyê hat kirin
Komeke çekdar: Me bi dronan êrişî Hewlêrê kir
Hikûmeta Şamê berpirsekî nû ji bo Kobaniyê destnîşan kir
Daxuyaniya Hejmar 1 Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê: Rojên herî çarenûssaz li pêşiya me ne