James Jeffrey: Grûbên bi ser Tirkiyê ve ‘sûcên şerî’ kirin

.

Nûnerê taybet yê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê yê berê James Jeffrey ragihand ku di dema Tirkiye li Girê Sipî û Serê Kaniyê operasyonên leşkerî dikir, grûbên çekdar yên ku bi Tirkiyê re dixebitîn, sûcên şer kirin. Jeffrey ragihand ku bi sedema sûcên şer, di derbarê hinek grûban de lêpirsîn hat destpêkirin û di peyde hatin cezakirin.

James Jeffrey tevlî bernama Rûdawê bû û got ku di sala 2019 an de, di cotmehê de delîlan bidest xistine ku grûb sûcên şer kirine û delîlan dane Tirkiyê û di derbarê wan de lêpirsîn hatine kirin. Di encama lêpirsînan de Amerîka ji wan aciz bûye û ji ber wê, rêvebiriya Joe Biden grûbekî ji wan ceza kiriye. Jeffrey weha got:

“Ya rast grûbên ku Tirkiye destekê da wan sûc kirin, rêvebiriya Biden lêkolînê kir û ji wan grûban yekî ceza kir. Me di cotmeha 2019 an de di derbarê tevgerên hevkaran de, me delîlan da Tirkiyê û hinek ji wan lêpirsîna wan hat kirin. Em ji hinek encamên lêpirsînan razî neman. Rêvebiriya Amerîkayê yek ji wan ceza kir.”

Di encama cerîmeyên van grûban de bi deh hezaran Kurd jş ser cîh û warên xwe koç kirin.

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin