Hêzên Îtlaata rejîma Îranê li bajarê Brûcêrdê xwendekara bi navê Anahîta Emîrpûr qetil kirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê (Hengaw) ragihandin ku xwendekara keç Anahîta Emîrpûr ku xelkê bajarê Koyeştê ye, li bajarê Brûcêrd a parêzgeha Loristanê, ji aliyê hêzên dezgeha sîxuriyê (İtlaat) ya rejîma Îranê ve hatiye kuştin.
Hengawê diyar kir ku dezgehên ewlehiyê yên rejîmê zextan li malbat û xizmên Emîrpûr kirine ku mirina wê bi teqîna Kirmanê ve girê bidin.
Êvariya 19ê Çileyê, hêzên Îtlaatê li devera Nîzamabad a bajarê Brûcêrdê, du rêwiyên tirimpêla bi marka Peugeot 206 gulebaran kiribûn û di encamê de xwendekara keç a bi navê Anahîta Amirpûr a 20 salî ku xwendekara pola yekem a beşa werzîşê ya Zanîngeha Azadî ya bajarê Brûcêrdê bû hate kuştin.
Kurdistan Haberleri
Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle