Îtaliyayê balyozek ji bo Sûriyê diyar kir

.

Wezîrê Derve yê Îtaliyayê Antonio Tajani diyar kir, wan dîsa balyozekî xwe ji bo Sûriyê diyar kiriye.

Sala 2012an Îtaliyayê têkiliyên xwe yên bi Sûriyê re bi sedema tundûtûjiya hikûmeta Dîmeşqê rawestandibû.

Reutersê ji zarê Antonio Tajani got, Stifano Rafacinan weke Balyozê Sûriyê dê di demeke nêz de dest bi karê xwe bike.

Bi gotina Reutersê, Îtaliya yekem dewlete di nav koma heftan ya dewletên pîşesazî yên cîhanê ku balyozê xwe bo Sûriyê diyar dike.

Hefteya bihurî, Îtaliya, Awistiriya, Yûnanistan, Qubris, Çîk, Kirwatiya, Silovîniya û Silovakiya nameyek ji berpirsê Siyaseta Derve ya yekîtiya Ewrûpayê Cozêf Borîl re şandibûn û tê de xwestibûn ku êdî balê bikêînin ser Sûriyê.

Niha balyozxaneyên şeş dewletên YE li Sûriyê vekirî ne, ew jî yên Romaniya, Bolgaristan Yûnanistan, Qubris, Çîk û Mecer in.

Asya Haberleri

Dewleta Hindistanê huşdarî da welatiyên xwe ku bo kar serdana Îranê nekin
Hevpeymaniya leşkerî, wekî pêdiviyekê
Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir
Li Îtalyayê belema koçberan noqî avê bûye: 41 kes mirine
Asya diheje.. Erdhej li Çîn, Endonezya û Afxanîstanê rû dan